“Bo mijarên Cenêv û federalîzmê Ehmed li Amerîkayê ye”
Şêwirmendê Serokatiya PYDê dibêje, bo tevlîbûna serdana Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) bo danûstandinên Cenêvê û projeya federalîzmê Hevseroka ESDê û Nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê serdana Amerîkayê kirin.
K24 – Qamişlo

Şêwirmendê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Sîhanok dîbo di daxuyaniyekê de ji K24ê da zanîn, ku Hevseroka ESDê Îlham Ehmed ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi awayekî fermî hatiye vexwendin.
Dîbo aşkere kir, dê Ehmed hevdîtinan ligel destgehên fermî û saziyên civaka sivîl yên Amrîkayê bike, bo gotûbêjkirina tevlîbûna ESDê bo danûstandinên Cenêvê û projeya federalîzmê li Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê.
Her yek ji Hevseroka ESDê Îlham Ehmed û Nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê Sînem Mihemed, bi armanca hevdîtinan bi rayedarên Amerîkayê re pêk bînin, serdana Amerîkayê kirin.