Komîteyek, hûrbînîyê di hemû mihwer ên Pêşmergeyan de dê bike
Serokatî ya Herêm a Kurdistanê, bi hevahengî li gel hikumeê, bi rê ya komîteyek a bala, dest bi hûrbînîyê dike li hemû mihwer ên Pêşmergeyan. Ev jî piştî biryar a serok ê Herêm a Kurdistanê dihê, di bare ya paraztin a hevwelatî yên Sîvîl û ser û mal ên wan di dem a azadkirin a dever ên wan ji alî yê Pêşmerge ve.
K24- Hewlêr

Di demekê de ku piştî raport ên gelek a rêkxistî yên nêvdewletî ve, ev biryar a barzanî bilind nirxandin û bi hûrî dûçûn bo evê biryarê kirine.
Bi ferman a Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, komîteyek ji Serokatî ya Civat a wezîr ên hikumet a Herêm a Kurdistanê pêkhat. Ev komîte ne sebazîye, komîteyeke serdan a hemû mihwer ên Pêşmerge dike ji Şengarê ve heya digehe Xaneqîn û dest bi vekolînan dikin û Dîndar Zêbarî, serok ê Komîte ya Bala ya bersivdan a Raport ên Nêvdewletî di Civat a Wezîran serokatî ya evê komîteyê dê bike.
Niha piştî derçûn a evê biryar a serok ê Herêm a Kurdistanê, rêkxistî yên nêvdewletî bi hûrî dûvçûnê bo bi cihhînan a evê biryaê dikin û di raport a xwe ya dawîyê de Hiyûman Raytis Wuç, pesn û stayîş a evê biryar a Barzanî dikin li ser paraztin a hevwelatî yên sivîl û ser û mal ên wan dem a Pêşmerge dever ên wan azad dike û ew rêkxistî di raport a xwe ya dawîyê dibêje: Ew biryar sed ê sed hat bicihkirin.
Li 17yê Adar a ev sal, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, biryarek li ser refta û kirek ên Pêşmergeyan û rewş a wan deveran derkir ku dihên azadkirin.
Kar ê Komîteyê jî ew dibe li ba rêkxistî yên nêvdewletî ew jî dest bi vekolînan dê bike û di raportekê dê reftar ên pêşmerge li dever ên azadkirî piştî derçûn a biryarê dê aşkera bike.