KNK bo sed salî ya Saykis-Pîko, kombûnek rêkxist
Kombûn a Kongire ya Netweyî ya Kurdistan(KNK)yê bi pişikdarî ya alî yên sîyasî yên Başûr ê Kurdistanê, li bajar ê Hewlêrê bi rêve çû. Kombûn taybet bû bi burîn a sed salan li ser rêkkevtin a Saykis-Pîko, têde alîyan pêşnîyaz ên xwe pêşkeş kirin li ser çawanî ya karkirin û hewldanê bo hilweşandin a wê rêkkevtinnameyê.
K24- Hewlêr

Li 2016 sed sal burîn bi ser rêkkevtinname ya Saykis-Pîkoyê, ew rêkkevtinname ya ku Kurdistan bi ser çar welan re pişik kir.
Di destpêk a ev sal jî, hevwelatî yên Kurd, daxwaz ê ji alî yên sîyasî yên her çar parçeyan dikin bi hev re kom bibin û rêyekê bo hilweşandin a evê rêkkevtinnameyê vebînin. Kongire ya Neteweyî ya Kurd(KNK) jî kombûnek bo evê meramê rêkxist.
Di kombûnê de pişkek a mezin ji alî yên sîyasî yên her çar parçe yên Kurdistanê pişikdarî têde kirin û pêşnîyaz ên xwe pêşkeşkirin daku di kombûn a Civat a Giştî de axivtin li ser bihê kirin, ku biryare li 16-17yê evê mehê li Biroksilê bihê encamdan.
Hemû li ser ewê yekê hev nerîn bûn ku bo bi destvehînan a evê aramancê, pêdivîyê alalî yên Kurdî di navber a xwe de hevgirtî bin.
Li Eyar a sal a 1916, piştî herfîn a Dewlet a Ûsmanî, rêkkevtinnameyek a nihênî bo pişkirin a dever a rojava ya Asyayê ji alî yê herdû welat ên Firansa û Birîtanîya hat wajûkirin, ew rêkkevtinname jî bi navê wan dû kesatî yên dîplomat hat kirin ew ên rêkkevtinname wajû kirîn ku Firanswa Corc Pîko yê Firansayî û Mark Sayiks ê Birîtanî bûn. Bi eger a evê rêkkevtinnameyê, Kurdistan bi ser çar welatan re, Îraq, Surya , Îran û Turkîya hat pişkkirin.