Fûad Mesûm siza ya sêdaredan a tawanbaran wajû dike

Gotebêj ê serokatî ya komar a Îraqê, ragehand: Serok komar wajû li ser siza ya sêdaredan a hijmarek a tawanbaran kir ku tawan ên metirsîdar li ser sax vebûne.

K24- Hewlêr

Gotebêj ê serokatî ya komar a Îraqê, ragehand: Serok komar wajû li ser siza ya sêdaredan a hijmarek a tawanbaran kir ku tawan ên metirsîdar li ser sax vebûne.

Di ragehandinek a belavkirî de li ser zar ê Xalid Şwanî gotebêj ê fermî yê serokatî ya komar ê hatîye aşkerakirin: Serok komar Fûad Mesûm, hijmarek a siza yên sêdaredan a ewan tawanbaran wajû kirîye ewên tawan ên tîrorê û tawan ên metirsîdar li ser sax vebûne.

Xalid şwanî, ew jî xuya kir ku pesindkirin a evan sizayan piştî şirovekirin a dosêyan bûye ji alîyê komîte ya yasayê ve ku taybet bo ev mebestê hatîye pêkhînan. Mersûm ên wajûkirî hatîne şandin bo desthilat ên peywendîdar ên raperandinê (bicihkirinê) bi mewrem a encamdan a sizayê bi ser tawanbaran re.

Berê Celal Talebanî, serok komar ê Îraqê di dû gerr ên bûrî de, wajû li ser hîç sizayek a sêdaredanê li Îraqê nekiribû.