Jineka Kurd "Şahjina Dengan" bû Seroka parlamentoya Wîlayetekî Almanî
Di sala 2011an de, wek parlamenterê Wîlayeta Wuttenbergê hat bijartin. Di hilbijartinan de, dengê herî bilind wê girtin û ji ber vê navê "Şajhina Dengan" lê hatibû kirin..
K24-Navenda Nûçeyan
Muhterem Aras, jineka kurd a Çewlîgê, li Almanyayê bû Serokê Parlamentoya wîlayeta Wurtembergê. Aras yekem jin e ku, li wê kursiyê rûdine û li Almanyayê yekem car e ku misilmanek dibe serokê parlamentoya wîlayetekê.
Muhterem Aras, kurdeka elewî ya herêma Karêr ya Çewlîgê ye. Sala 1966an li gundê Maskanî hatiye dinê û di sala 1978 de tevî malbata xwe koçberê Almanyayê bûye.
Aras, piştî çûna Almanyayê di zanîngehê de beşa zanistiyên aborî xwend. Aras li Şututgardê şêwirmendê bacê ye û di hilbijartinên wîlayetê de bi radeya 42,2 hatibû hilbijartin.
Aras hem bi navê jinek, hem biyaniyek û hem jî ser navê partiya Keskan yekem kese ku, wek serokê parlamentoyê hatiye hilbijartin.
Muhterem Aras, di sala 1992an de li nav refên Keskên Almanyayê de cih girt û sala 2011an wek parlamenterê Wîlayeta Wuttenbergê hat bijartin.
Di hilbijartinan de, dengê herî bilind wê girtin û ji ber vê navê "Şajina Dengan" lê hatibû kirin.