Li Xurmatû bi rezamendî ya çend berpirsek ê Kurd, Heşd a Şeibî ala ya Kurdistanê dadan
Çend rojin ala ya Kurdistanê li ser avahî ya Saylo ya Xurmatû hatîye xwar û hevwelatî jî nîgeranin û berpirs ên Kurd jî amadene alayê bihînin xwar , lê bi merc bi wê mercê ku ala yên heşd a Şeibî li ser avahî yên bajaqrok ê Xurmatû.
K24: Xurmatû
Çend rojin ala ya Kurdistanê li ser avahî ya Saylo ya Xurmatû hatîye xwar û hevwelatî jî nîgeranin û berpirs ên Kurd jî amadene alayê bihînin xwar , lê bi merc bi wê mercê ku ala yên heşd a Şeibî li ser avahî yên bajaqrok ê Xurmatû.
Berpirs ên Heşd a Şeibî, diêjin: Em li gor rêkkevtinekê li gel berpirs ên Kurd me ala ya Kurdistanê li ser saylo ya Xurmatû dadaye û me hêzek a hevpişk pêkhînaye bo dadan a alayan û nehêştin a zêderoyê û dûvçûn a xal ên rêkkevtinê. Nih a li pena Pêşmergeyan li Sayloyê, çekdar ên Heşd a Şeibî jî hebûn hene, wek hêzek a hevpişk hînane di nav saylo ya Xuramyû de. Ew hêz ji polîs ên berevanî û firyakevtin a Silêmanîyê û Heşd a Şeibî pêkhatîye. Herçende ev tebane bi hev re, hewl ên wan bi araste ya hêwirkirin a rewşê diçe. Lê yekem kar ku encam dan dadan a ala ya Kurdistanê bû li ser Sayloyê.
Dadan a ala ya Kurdistanê li ser Saylo ya Xurmatû , bi dehan pirsyar ji alî yê hevnîştîmanî yên evê bajarokê durist kir, bi awayekê ku hizir dikirn dadan a ala ya Kurdistanê li çarçove ya rêkkevtin a di navber a berpirs ên Kurd û Heşd a Şeibî de bûye. Belê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanî ku alîyek ê serekî yê Danîştinan bû, red dike ku wan rezamendî dabe li ser dadan ala ya Kurdistanê, di heman dem de amadene ala ya Kurdistanî dadin bi wê mecê ala yên beranber jî evî jkarî bikin.
Herçende alî yê Kurd red dike ku li gor rêkkevtinekê ala ya Kurdistanê hatibe dadan, lê kes ê yekê di Heşd a Şeibî de behs a wê yekê dike ku dadan a alayê li gor rêkkevtinekê bûye li gel berpirs ên Kurd.
Hevwelatî yên Xuramaû jî dipirsin ka ev ala ku hêma ya neteweyek ê sitem lêkirîye çi zîyanek gehandîye Heşd a Şeibî.? Lê hinek berpirs ên Kurd weha dibînin ku mebesta Heşd a Şeibî ne tenê dadan alaye belku mebest a wan dabirran a Xuramtûyêye ji ax a Kurdistanê.