Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek derdikeve pêşberî dadgehê
Kamuran Yuksek, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, beriya du rojan ji hêla hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibû binçavkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Herêmêm Demokratîk - DBP- Kamuran Yuksek, piştî binçavkirina du rojan îro, derdikeve pêşberî dadgehê. Girseyek mezin jî li pêş dadgehê bi armanca piştgiriya Yuksek civiyan.
Bi banga BDP, HDP û KCD'ê û saziyên civaka sivîl, bo piştevaniya Yuksek, gel li pêş Avahiya Şarevaniya Diyarbekirê civiya ku teniştê Avahiya Dadgehê ye.
Hat ragehandin, avahiya dadgehê ji hêla polîsan ve bi armanca ewlekariyê bi astengên hesin hat dorpêçkirin û gelek otombêlên zirxpoş jî li herêmê hatine bicihkirin.
Parêzeran da xuyakirin, Yuksek hê li avahiya Birêveberiya Ewlekariyê de ye û piştî girtina îfadeyê îro dê derkeve pêşberî dadgehê.
Li aliyê din, Qeymeqamiya Yenîşehîrê, li dor avahiya dadgehê her cure çalakî û daxuyanî qedexe kir.
Kamuran Yuksek, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, beriya du rojan ji hêla hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibû binçavkirin.