Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê kolna bîran qedexe kir

Di daxuyaniya Desteyê de sedemên qedexekirina kolana bîran ne hatiye diyar kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Rêveberiya Navxweyî ya Kantona Efrînê kolana bîrên irtîwazî li wê hermê qedexe kir.

Derbarê qedexekirina kolana bîran Desteya Rêveberiya Navxweyî ya Kantona Efrînê daxuyaniyek belav kir, tê de welatiyên Kantonê agehdarkirin ku, bi ti awayî nabe kes bîrên irtîwazî bi kole.

Li gor biryara Rêveberiyê kesên ku, berî niha muhleta kolana bîran jî ji şaredariyên Gel wergirtibûn nikarin bîrên Irtîwazî bikolin.

Rêveberiyê huşdarî da welatiyan ku, kesên pêbendî bi biryara Desteya Rêveberiya Navxweyî ya Kantona Efrînê nebe ew dê were sizakirin.

Di daxuyaniya Desteyê de sedemên qedexekirina kolana bîran ne hatiye diyar kirin.