Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê teqînên bi otombîlên bombekirî zêde dibin
. Piştî her teqînekî qedexe li ser çapameniyê tê ragihandin û ew jî dibe egera negihiştina agahiyên piştrast.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, di demên dawiyê de, teqînên bi trimbêlên bombekirî zêde dibin û bi xwe re jî gelek encamdayînên xeter peyda dikin.
Her çiqas şer di navbera çalakvanên ser bi PKKê ve û hêzên dewletê de be jî, welatiyên sivîl jî bi her awayî dibin qurbanî. Li gel encamên xwe yên xeter jî gelek pirsên bê bersiv jî, li holê dimînin. Piştî her teqînekî qedexe li ser çapameniyê tê ragihandin û ew jî dibe egera negihiştina agahiyên piştrast.
Di nav 5 mehên dawî de, tenê li Diyarbekir û derdorê wê, 7 teqînên bi seyareyên bombe barkirî pêk hatin. Ya herî dawî jî di 13ê Gulanê de, li gundê Beqewsê, ev car kamyoneke bombe bar kirî teqiya. Piştî buyerê, gelek agahî li ser mijarê hatin belav kirin, li gor agahiyên resmî, buyer ji aliyê PKKyiyan ve hatiye kirin û di encamê de jî 4 welatî hatine kuştin 23 kes jî birîndar bûne.
Lê agahiyên ku me, piştî buyerê ji welatiyan bidestxist, ji derveyî 4 cangoriyan jî can û cesedên 11kesên din qet li holê tune ye. Disa li gor gahiyên ku gundî radigihînin; ew kesên ku bombe li kamyonê bar kirine, çûyine gundekî li nêzîkî wî gundê ku, buyer qewimî, gundê bi navê Herbejînê, û li wî gundî, di navbera wan û gundiyên de rakêşî çêbûye. Ew rakêşî ku, zêde dibe, çalakvan bi kamyonê ji wî gundî derdikevin, lê gundî bi gelek seyareyan, kamyonê dişopînin û li ciyê buyerê jî pêşî li çalakvanan digrin. Di navbera wan de pevçûn çêdibe û piştî çend dengên çekan jî kamyon bi awayekî berz diteqe.
Li gundê ku, buyer qewimî derî û xanî gişt zirar dîtine û 23 kes jî, ji Gundê Beqewsê birîndar dibin. Hatiye ragihandin ku, ew kamyon ji Çewlikê anîne wê derê û amadekariyekî ji bo êrişekî hebûye, lê buyer bi awayekî din encam daye.
Gelo ew çalakvan ango kesên di kamyonê de jî li wir mirine yan jî na, ew 11 kesên ku, nexuyane, çi bi wan bû?, bi wê kamyona bombeyî, dê êriş li ku, derê bihata kirin, pirsên bi hêviya bersîvê ne.