Li Tirkiyê zext li ser Zimanê Kurdî berdewam dike
Li bajarê Aydinê xwendevaneke zanîngehê, hinceta ku bi Kurdî bi riya telefonê Kurdî axifiye, ji wargehê hate dûrxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Aydinê xwendevaneke zanîngehê, hinceta ku bi Kurdî bi riya telefonê Kurdî axifiye, ji wargehê hate dûrxistin.
Li bajarê Aydinê xwendevaneke zanîngehê ya bi navê Pinar Çetînkaya bi hinceta malabata xwe re bi riya telefonê Kurdî axifiye ji wargehê hate dûrxistin û herwiha bursa wê jî hate birîn. Pinar Çetînkaya dibêje ev zilmeke mezin bû li ser wê hatiye kirin û ew nizane niha çi bike û kûve here.
Çetînkaya dibêje: “Ez ji bajarê Colemêrgê bo xwendina xwe hatime Aydinê. Li ve derê ji ber ku ez kurd im û Kurdî diaxifim rastî zext û zordestiyan têm. Hevalên min ji min re dibêjin tu nikarî li vir Kurdî biaxifî. Tu nikarî li gorî dilê xwe tevbigerî. Niha diya min û bavê min Kurd in. Ew Tirkî nizanin. Ger malbata min ji xeynî Kurdî zimanekî din bizanin, ezê li gor wê zimanê biaxifim. Lêbelê ji ber ko tenê Kurdî dizanin, ez jî neçar im bi malbata xwe re kurdî biaxifim.”
Çetînkaya dibêje jî: “Dema ez Kurdî axaftim hevalên min ên odê nerazîbûn nîşan dan û navbera me de nîqaş derket. Bi çavekî terrorist li min dinêhêriyan. Lewra çûn giliya min li berpirsên Wargehê kirin. Gotin ev keçik bangeşeya terorê dike. Berpisên wargehê jî min bi vê hincetê ji wargehê dêrxistin û bursa min hate birîn. Ev çi dewletek sosret û bêedalet e, ku bi giliya çend kesên xwenezan min ji wargeha min derdixin.”
Çetînkaya berdewam dike: “Niha ez dixwazim biçim li wargeha xwe qet nebe cilê xwe werbigrim, dîsa qebûl nakin. Ji min re dibêjin em ji kû bizanin bi te re bombe nîne. Zextekî mezin li ser min heye. Ez gelek xemgîn im. Niha ez bêwar û bêpere me. Jiyana min têkçû. Dahatûya min reş kirin.”