Li Qamişlo teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bakarê Qamişlo, li çarxeriya Hilaliyê otombêleke bombarbarkirî teqiya, li gor zanyarên destpêkê, kesekî canê xwe jidest daye û 2 kesên din jî birîndar in.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7775a05b-6401-4e71-b390-cc2f3bdab82e/qmshlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li bakarê Qamişlo, li çarxeriya Hilaliyê otombêleke bombarbarkirî li şuştingeha Otombêlan teqiya.

Li gor zanyarên destpêkê, kesekî canê xwe jidest daye û 2 kesên din jî birîndar in. Herwiha gelek ziyan gihêştiye avahiyên derdorê.

Ev teqîn, bi demeke kurt beriya destpêkirina xwenîşandanên li dijî peymana Sykes Picotê tê, ku biryar e  îro demjimêr 6ê êvarê li praniya bajarên Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwenîşandan werin birêve encamdan.