Asayîşa Efrînê huşdarî da welatiyan

Piştî têkçûnên girûpên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nûsrayê li bajarokê Eyn Diqinê, ew girûp xwe ji êrîşrkî berfireh li ser bajarê Efrîn re amade dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdayetiya Asayîşa Efrînê li Kantona Efrînê, di beyanameyekê de daxwaz ji welatiyan kir ku, parastina xwe ji topbarana li ser bajêr tê kirin bikin.

Derbarê vê mijarê Serkirdayetiya Asayîşa Efrînê li Kantona Efrînê di beyanameyê huşdarî da welatiyan ku, ji malên xwe dernekevin, eger dengê teqînan jî hate bihîstin ber bi qatên binî yê avahiyê biçin.

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku, rê li ber derketina zarokan ji malê bigrin û li cadeyan kom nebin, Asayîşê daxwaz ji her kesekî kir ku, ji cihê topbaranê dûrbikevin û wan bi cihê ketina roketan agehdar bikin.

Piştî têkçûnên girûpên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nûsrayê li bajarokê Eyn Diqinê, ew girûp xwe ji êrîşrkî berfireh li ser bajarê Efrîn re amade dikin.