Hêriş a ser kargeh a gaz a Tacî, hijmareka Kuştî û birîndaran jê çe bû

Wezîr ê hindûrî ya Îraqê ragehand: Ji encam a hêriş a evro Yekşembîyê bo ser kargeh a gazê li dever a Tacî, li Bexdayê, 9 kes hatin kuştin hijmarek jî birîndarbûn û hêz ên asayîşî ew şeş xwekuj kuştin ku hêriş encamdabûn.

K24- Hewlêr

Wezîr ê hindûrî ya Îraqê ragehand: Ji encam a hêriş a evro Yekşembîyê bo ser kargeh a gazê li dever a Tacî, li Bexdayê, 9 kes hatin kuştin hijmarek jî birîndarbûn û hêz ên asayîşî ew şeş xwekuj kuştin ku hêriş encamdabûn.

Gotebêj ê wezaret a hindûprî ya Îraqê,emêd Seed Mien, di kongireyek a rojnamevanî de, evro li Bexdayê ragehand: Şeş xwekujan evro Sipêdeyê hewl dan biçin nav kargehek a gazê li bakûr a Bexdayê, teqandin a otombîlekê ji wan, bû eger a kuştin a pasewanek ê kargehê û sê endam ên din ên hêz ên Sehwe û birîndarbûn a dû endam ên hêz a Sehwe û sê kadir ên polîs a fidral.

Emîd Seed Mien, got jî: Ew şeş xwekuj piştî ku hatin dorpêçkirin ji alî yên hêz ên asayîşî ve, li nêzîkî embar yekê xwe teqandin û niha hêz ên asayîşî ew dever bi temamî kontirolkirine.

Hevdem di hevpeyvîneekê de ku li sayît a fermî ya wezaretê hatîye belavkirin, birîkar ê wezaret a petrol a Îraqê bo karûbar ên pîşesazî ya gazê, Dr. Hamid Yûnis ragehandîye: Kargeh a gaz a Tacî, evro sipêdeyê  hevrûşî rûdanek a tîroristî bûye û bûye eger a agirberbûn a wê lê tîm ên agirvemirandinê şîyan di demek  a kêm de wê agirê vemirînin.

Ew berpirs ê wezreta Îraqê got jî: Ewê bûyerê çi karîgerî û bandor nabe li ser pirose ya dabînkirin a gaz ê şil bo kargehan û hevwelatîyan.

Ev di demekê de heye, ku li heftî ya burî, sê teqîn ên bi hêz, sê dever ên paytext a Îraqê kirin armanc û bûne eger a kuştin a bi dehan kesan û birîndarbûn a sedan ên din. Hevdem rêkxistî ya Daişê berpirsînî ya xwe ji encamdan a wan teqînan ragehand.