HPG: Berpirsê teqîna Diyarbekirê ne em in
Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê teqîna Diyarbekirê ya 12 Gulanê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku teqemenî ji aliyê gundiyan ve hatiye teqandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê teqîna Diyarbekirê ya 12 Gulanê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku teqemenî ji aliyê gundiyan ve hatiye teqandin.
HPG ragihand, ku di şeva 12ê Gulanê de li bajarê Diyarbekirê navçeya Sûrê gundê Sarikamişê gerîlayekî wan bo veguhestina barhilgireka bombebarkirî hatiye peywirdarkirin. Lêbelê gundiyên Sarikamişê hewl dan ku rê li ber barhilgira bombebarkirî bigirin.
HPG di daxuyaniya xwe de wan kesan wekî hevkarên dewletê binav dike û dibêje gerîlayê wan herçiqas nasnameya xwe û ji gundiyan re eşkere kiribe û ji gund dûr bikeve jî, gundî li ser barhilgirê direşînin û teqemenî diteqe û di encamê de kesên nêzikê cihê bûyerê ne canê xwe ji dest didin.
HPG diyar kir ku ew ji ber vê bûyerê xemgîn in, lêbelê berpirsiyar ne ew in. Kesên ku li ser teqemenî reşandine berpirsiyar in.
Di encama teqîna Sarikamîşê de 4 kes canê xwe ji dest dabûn 25 kes jî birîndar bûbûn. Herwiha piştî teqînê ji 12 kesan ti agahî nayê sitandin.