Asayîşa Qamişlo sê kesên tometbar bi teqîna wî bajarî girtin
Şemya borî di encama teqînkê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê du kes hatin kuştin, heta niha jî ti aliyan berpirsyaretiya xwe ji wî teqînê re neragehandiye.
K24-Qamilş
Asayîşa Qamişlo 3ê kes ku, goman heye destên wan di teqîna Şembiya borî de li wî bajarî çêbûyî hebe, girtin.
Derbarê girtina wan kesan Endama Serkirdayetiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Ayten Ferhad ji Peyamnêrê K24ê re ragehandibû ku, mebesta wan kesên ku, ew teqîn encamda dane, xirabkirina ewlehiya bajêr e.
Li gor peyamnêrê K24ê li wî bajarî Asayêşê sê kes girtine, ku, guman heye destê wan di encamdana teqînê de hebe.
Şemya borî di encama teqînkê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê du kes hatin kuştin, heta niha jî ti aliyan berpirsyaretiya xwe ji wî teqînê re neragehandiye.