Sûpay dest bi vegirtin a devereka jêr destê Daişê kir

Fermande yê opirasyûn ên Cezîre li rojava ya Îraqê, Elî Îbrahîm debûn ragehand: evro Dûşembîyê opirasyûn a rizgarkirin a bajar ê Rûtbe li sê qolan ve dest pêkir bi pişikdarî ya hêz ên asayîşî, çekdar ên hozzan, Heşûd Şeibî û firoke yên Hevpeyamnan.

K24- Hewlêr

Elî Îbrahîm Debûn bi çend navend ên ragehandin a Îraqî re got: Ew opirsyûn a serbazî ya berfireh, evro sipêdeyê dest pêkirîyr  bo rizgarkirin a bajar ê Rûtbe(nêzîkî 380Km rojava  rojava ya Bexdayê) ji jêr dest ê rêkxistî ya Daiş a tîrorist û pirose li qol ên rojava, başûr û rojhilat a bajar dest pêkirîye.

Fermandar ê opirsyûn a Cezîre amje kir ku hêz ên firqe ya heft a sûpa, hêz ên dije tîror, polîs a fîdaral, fewc ên polîs amade, polîs ên Enbar, çekdar ên hêz hozzan, Heşd a Şeibî, firoke yên hevpeymanan û hêz ên asmanî yên Îraqê di opirasyûnê de pişikdarin.

Ev di demekê de ye, li naverast a sal a 2014yê ve bajar ê Rûteb kevtîye dest ên Daişê ve û ev bajar ser bi parêzgeha Enbare li rojava ya Îraqê û rê ya serekîye di nqavber a welat ên Ûrdin, Surya, Seûdîye û Îraqê.