Sê gund ên din ji dest ê Daişê hetin derhînan

Şane ya ragehandinê yê wezaret a bervanî ya Îraqê, ragehand: Hêz ên Îraqî 3 gund din li dever a sinûr ê Enbarê li jêr dest ên Daişê Rizgar kirin

K24- Hewlêr

Şane ya ragehandinê yê wezaret a bervanî ya Îraqê, ragehand: Hêz ên Îraqî 3 gund din li dever a sinûr ê Enbarê  li jêr dest ên Daişê Rizgar kirin

Di raghandinek a şane ya mêdya ya cengê yê ser bi wezret a bervanî ya Îraqê, aşkera kir: Hêz ên Îraqî şîyane gund ên Wênîç, Harûn Berazîy û Emêrîye li bakûr a rojava ya Enbarê kontirol vekin û zîyanek a mezin jî bigehîne çekdar ên  Daişê.

Li gor wê ragehandinê: kontirol vekirin a ewan sê gundan piştî têkşikandin a 4 otombîl ên bombrêkirî hat ku bi eger  a wê 11 çekdar ên Daişê hatin kuştin ku hijmarek ji wan xwekujbûn.

Li gor wê ragehandinê: Ev di demekê de heye ku li Heftî ya  burî Daişê bi rê ya çend xwekujan ve zincîre teqînek li Bexdayê encamdan û li axivtin ên hinek berpirs ên Îraqê bi eger a arîşe yên sîyasî di navber a alî yên sîyasî û pêkhate yên Îraqê Îraqê, valahîyek a asayîşî li Bexdayê durist bûye.