Li Rihayê hemû çalakî bo 5 rojan hatin qedexe kirin
Ev cara yekemîne li Rihayê qedexeye bi vî rengî tê ragihandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li parêzgeha Riha ya bakûrê Kurdistanê ji bo 5 rojan hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, vedana çadir û hemû şahî hatin qedexe kirin.
Walîtiya Rihayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku, qedexe hemû navçe û navenda parêzgeha Rihayê digire nava xwe.
Bi destpêkirina şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de ligel gelek bajar û bajarokên bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Hê jî li Şirnex, Gever û Nisêbînê qedexeya derketina derve berdewam dike.
Ev cara yekemîne li Rihayê qedexeye bi vî rengî tê ragihandin.