Obama piştîvanî ya Ebdaî dike
Gotebêj ê serok weezîr ên Îraqê ragehand: Serok ê Emerîka di peywendîyek a telefonî de piştîvanî ya xwe bo Heyder Ebadî, serok wezîr ên Îraqê derberî.
K24- Hewlêr
Gotebêj ê serok weezîr ên Îraqê ragehand: Serok ê Emerîka di peywendîyek a telefonî de piştîvanî ya xwe bo Heyder Ebadî, serok wezîr ên Îraqê derberî.
Seed Hedîsî, gotebêj ê nivîsîngeh a serok wezîr ên Îraqê ragehand: Barak Obama serok ê Emerîkayê di peywendîyek a telefonî de li gel Heyder Ebadî, serok wezîr ên Îraqê, behs a peywendî yên herdû welatan û metirsî yên asayîşî û şerr ê dijî Daişê û harîkarî ya di naveber a Waşintinê û Bexdayê kirin.
Li gor axivtin ên Hedîsî: Obama piştîvanî ya xwe bo Ebadî derbirrîye û bo burandin a tengijeyan û ji niha û paşve Emerîka harîkarî yên xwe bo Îraqê dê zêde bike daku derbaz bibe ji vê tengije ya abûrî ya hevrûşî wê bûye.
Ev di demekê de heye ku rewş a Îraqê alozî ya zêdetir bi xwe ve dît, roj a 20ê mehê, xwepîş
Anderan li Bexdayê hêrişkirin ser avahî ya civat a wezîran û nivîsîngeh a Heyder Ebadî, hevdem xwepîşanderan tundûtîjî jê çê bû û sê kes hatin kuştin û nêzîkî 100 din jî birîndar bûn.