Ebadî, despêkirin a opirasyûn a rizgarkirin a Felûce ragehand

Serok wezîr ê Îraqê, Heyder Ebdaî, evro Dûşembîyê, destpêkirin a opiraswyûn a rizgarkirin a bajarok a feloce, li rojava ya Îraq ji jêr dest ên Daişê, ragehand:

K24- Hewlêr

Serok wezîr ê Îraqê, Heyder Ebdaî, evro Dûşembîyê, destpêkirin a opiraswyûn a rizgarkirin a bajarok a feloce, li rojava ya Îraq ji jêr dest ên Daişê, ragehand:

Heyder Ebadî, di gotarekê de li baregeh a Fermande ya Kar ên Hvepişk, li Dever a Kesk a Bexdayê Pêşkeş kir û ragehand: Opirasyûn a rizgarkirin a Felûce ji dest ê Daişê, destpêkir û bi gel ê xwe diragehînîn ku ala ya Îraqê li ser ax a Felûce dê bihê bilindkirin.

Ebadî got jî: Evro ala yên reş ên bîyanîyan ku ev bajare dagîrkirine, dê parçe parçe bikîn. Demjimêr a rizgarkirin a Felûce (50Km li rojava Bexda) zeng lêda û dem a serkevtin a mezin nêzîk bûye û Daişê tenê revîn bijarteye.

Serok ê wezîr ên Îraqê xuay jî kir: Supa yê Îraqê, hêz ên Heşd a Şeibî, polîs a fîdral, hêz a dije tîror û Heşd a hozan li parêzgeh a Enbarê li şerr rizgarkirin a Felûce dipişikdarin.

 Ev di demekê de  heye, Şane ya Rojnamevanî ya Cengê li Îraqê, duhî ragehand: Pirose ya rizgarkirin a bajarok a Felûce, dê Îraqî be û daxwaz jî li danîşvan ên Felûce kir xwe amade biokin bo hêlan a bajarokê.

Hevdem fermandar ê polîs a Îraqê, rayîd Şakir Cewdet di ragehandinekê de, got: 20 hezar polîs ên fîêdarl bi piştevanî ya zirêpoş û yeke yên topxaneyan gehiştin dever ên derdor ê bajarok a Felûce wek xweamdekirin bo çûne di nav a bajarokê de.

Bajarok a Felûce li sal a 2014yê kevte dest ê çekdar ên Daişê û sera hewl ên beredewam ên hêz ên Îraqê bo vegirtin û rizgarkirin a wê lê Felûce hêj her di bin des ê Daiş de ye û bi pêgehek a serekî ya li Îraqê Daişê dihê hijmarkirn