Polîs a Fîdral: Me dû dever ên bajarok a Felûce rizgarkirin

Fermandar ê Polîs a Îraqê Ragehand: Hêz ên hevpişk ên Îraqê, evro Dûşembêyê, dû dever ên din yên bajarok a Felûce ji bin dest ê çekdar ên Daişê rizgar kir.

K24- Hewlêr

Fermandar ê Polîs a Îraqê Ragehand: Hêz ên hevpişk ên Îraqê, evro Dûşembêyê, dû dever ên din yên bajarok a Felûce ji bin dest ê çekdar ên Daişê rizgar kir.

Fermandar ê Polîs a Fîdralî ya Îraqê, Rayîd Şakir Cewdet, di rahgehandinekê de, got: Hêz ên hevpişk şîyan dever ên Sibêhat li rojhilat a Felûce û Sicer li Bakûr a bajarokê rizgar bikin û 40 endam ên Daişê jî bikujin.

Ferîq Rayîd Şakir Cewde got jî: Ji bilî wan deveran, dever ên Elşîhabî, karge ya ştayger, Ellîfîye, embar ên dever a Gerrme ya Felûce (nêzîkî 20Km rojhilat a Felûce) kargeh a Çimento, gund ê Alboûde, Cemêle, kargeh a ron û şampo, dever ên Albohdîd û albonasil li başû a Gerrme hatîne rizgarkirin.

Ev di demekê de ye, serok wezîr ê Îraqê, Heyder Ebdaî, evro Dûşembîyê, destpêkirin a opiraswyûn a rizgarkirin a bajarok a feloce, li rojava ya Îraq ji jêr dest ên Daişê, ragehand:

Heyder Ebadî, di gotarekê de li baregeh a Fermande ya Kar ên Hvepişk, li Dever a Kesk a Bexdayê Pêşkeş kir û ragehand: Opirasyûn a rizgarkirin a Felûce ji dest ê Daişê, destpêkir û bi gel ê xwe diragehînîn ku ala ya Îraqê li ser ax a Felûce dê bihê bilindkirin.

Ebadî got jî: Evro ala yên reş ên bîyanîyan ku ev bajare dagîrkirine, dê parçe parçe bikîn. Demjimêr a rizgarkirin a Felûce (50Km li rojava Bexda) zeng lêda û dem a serkevtin a mezin nêzîk bûye û Daişê tenê revîn bijarteye.

Serok ê wezîr ên Îraqê xuay jî kir: Supa yê Îraqê, hêz ên Heşd a Şeibî, polîs a fîdral, hêz a dije tîror û Heşd a hozan li parêzgeh a Enbarê li şerr rizgarkirin a Felûce dipişikdarin.

 Ev di demekê de  heye, Şane ya Rojnamevanî ya Cengê li Îraqê, duhî ragehand: Pirose ya rizgarkirin a bajarok a Felûce, dê Îraqî be û daxwaz jî li danîşvan ên Felûce kir xwe amade biokin bo hêlan a bajarokê.