Bi hezaran hevwelatî yên sivîl li Felûce gîrbûne
Li gor zanyarî yên Xaç a Sor a Nêvdewletî bi hezaran hevwelatî li bajarok a Felûce bi eger a hêriş ên hêz ên Îraqî û çekdar ên Daişê gîrbûne.
K24-Hewlêr
Li gor zanyarî yên Xaç a Sor a Nêvdewletî bi hezaran hevwelatî li bajarok a Felûce bi eger a hêriş ên hêz ên Îraqî û çekdar ên Daişê gîrbûne.
Katrîna Rîtz, serok a Komîte ya Rêkxistî ya Xaç a Sor a Nêvdewletî li Îraqê, bi mêdyayan re ragehand: Em nîgeranîn ji çarenivîs a hezaran hevwelatîyên ku di Felûce de gîrbûne û ji dest hêriş ên sûpa yê Îraqê û mîlîşyayan ş çaekdar ên Daişê di nalînin.
Duhî stiîvan Docarêk, gotebêj ê Netewe yên Hevgirtî, amaje bi wê yekê kir ku li gor amar ên wan 50 hezar hevwelatî yên sivîl li felûce vemane û metirsîyek a mezan a mirovî durist kirîye.
Berê Heyder Ebadî, fermandar ê hêz ên çekdar ên Îraqê di peyamekê de daxwaz ji xelk ê Felûcew kir ku nêzîkî bingeh ên Daişê nebin û hewl bidin ji bajar biderkevin yan jî di mal a xwe bimînin.
Duhî 23yê Eyatrê,2016, supayê Îraqê opirasyûn a rizgarkirin a Felûce ji jêr dest ên Daişê Destpêkir û li gor axivtin ên fermandar ên bala yên supa ya Îraqê pişkek ji bajarokan rizgarkirine.