Mîşêl On: Piştgiriya fedraliya Rojava dike
Civîn bi beşdariya nûnera PYDê li Ewropa Zozan Eloş û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Libnanê Pakrewan Hawar bi rêve çû.
K24-Navenda Nûçeyan
Ceneralê Libnanî Mîşêl On di hevdîtina xwe ya ligel Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Ilham re Ehmed pştevaniya fedraliya Rojava kir û ragehand ku, sîstema fedraliyê nayê wateya parvekirina Sûriyê.
Duh, li navçeya El-Rabiye li Çiyayê Libnanê Ceneralê Libnanî Mîşêl On li gel Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Ilham Ehmed civiya, di civînê de On tekezî li ser piştevaniya sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê kir, da zanîn ku, fedralî nabe egera parvekirina Sûriyê.
Berpirsê Libnanî diyar kir ku, Kurd rastiyekin û xwedî mafên rewane, hêvî kir ku, aştî û aramî li Sûriyê careke din vegere.
Ji aliyê xwe Hevseroka ESD Ilham Ehmed diyar kir ku, çareserkirina Sûriyê ne bidûrxistina Kurdan ji proseya aştiyê ye, aşkere kir ku, fedralî çareseriya herî başe bo gelê Sûriyê.
Civîn bi beşdariya nûnera PYDê li Ewropa Zozan Eloş û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Libnanê Pakrewan Hawar bi rêve çû.