Xwepîşander daxwaz a Ebadî bicih dihinin

Piştî ku serok wezîr ên Îraqê Heyder Ebadî daxwaz ji xwepşanderan kirî, xwepîşandan ên xwe biragirn û encam nedin heya piştî rizgarkirin a bajarok ê Felûce, bi bîyanû ya ku hêz ên asayîşî mijûl ê şerrin li dijî Daişê, Xwepîşander ên Îraqê biryardan daxwazî ya Ebdaî bicih bihînin û heya demek a nedîyar xwepêşandanan biragirin.

K24- Hewlêr

Ji alî yên xwe xwepîşnaderan  di ragehandinekê de dibêjin: Biryar bû evro xwepîşandan bihê encamdan, lê wan biryar daye bihê bidawîxistin.

Di ragehandinê de hatîye: Wek dilsuzîyek bo hêz ên ku dij bi çekdar ên Daişê şer dicengin, em xwepêşandan ên xwe bo demek a nedîyar bidawî bixin .

Heynî ya burî, xwepîşander çûne nav dever a kesk û avahî ya Civat a Wezîran û hêz ên asayîşî li beranber wan rawestan û sê kes ji xwepêşanderan hatin kuştin û hijmarek a mezin jî birîndar bûn.