Bo Meha Rojiyê dezgehên xêrxweziyê bi erkên xwe radibin

JI Demekê ve penaberên Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyan bêpar in, tenê hin caran dezgeha Xêrxezya Barzanî alîkariyên ji dest tên, li ser penaberan belav dike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/43f2dd9e-5369-465d-a444-a99451abb004/DezgehaXerxaziBarzaniAlikari.ism/manifest

K24 – Kampa Basirme  

JI Demekê ve penaberên Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyan bêpar in, tenê hin caran dezgeha Xêrxezya Barzanî alîkariyên ji dest tên, li ser penaberan belav dike.

Bi nêzkbûna Meha Rojiyê Dezgeha Xêrxweziya Barzanî bi hevahengî ligel Mala zikatê ya kiwêtî dabîn bike û hin alîkariyên xwerinê ji bo çar kampên penerabên Rojava li derdora Hewlêrê belav bike.

Qunsilê Giştî yê Kiwêtî li Hewlêrê Dr. Umer El kenderî , derbarê vê kampîna alîkariya wan ji kampa Basrme bo penaberan dest pê dike û got: “Bi hilkeftina nêzîkbûna meha rojiyê, Mala Zekatê yê Kwêtê bi vê kampînê rabûye.”

Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxaziya Barzanî li Kempa basrme ji K24ê re got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevkariya komeleya Heyva Sor a Kwêtî û parêzgeha Hewlêrê, alîkariyan li ser hemû malbatên Kampa Basirme belav dikin.”  

Ji ber ku ev nêzîkî 12 meh in penaber ji pereyên xwe yên mehane bêpar in, lema ew di astengiyan ji bo nebûna pêdiviyên jiyanê dikşînin.

li Kempa Basirme yê ser bi hewlêrê ve nêzî 700 malbatên penaberên Rojavayê kurdistanê lê dimîne, her wiha nêzî 200 malbatên din jî ji dervayî kampê li heman deverê dimînin, li gor Dezgeha Xêrxaziya Barzanî, alîkariyên hatine terxankirin, dê li ser hemû penaberên li Basirme  werin belavkirin.