Hêz ên Îraqê diçin di nav bajar ê Felûce de

Dû heftîye opirasyûn a kontirolkirin a Felûce destpêkirîye û evro hêz ên Asayîşî yên Îraqê û Heşd a Şeibî, bi piştîvanî ya firoke yên Hevpeyaman ên nêvdewletî gehiştin di nav felûce de.

K24- Hewlêr

Dû heftîye opirasyûn a kontirolkirin a Felûce destpêkirîye û evro hêz ên Asayîşî yên Îraqê û Heşd a Şeibî, bi piştîvanî ya firoke yên Hevpeyaman ên nêvdewletî gehiştin di nav felûce de.

Fermande yên serbazî ragehandine ku li sê qolan ve şîyan biçin nav di Felûce de. Sebah  Nûman, gotebêj bi nav ê dezgeh a dijetîror ê Îraqê Ragehand, serê sipêde ya evero supa yêl Îraqê dest bi hêrişê kirin bo çûne nav bajarok a Felûce.

Gehiştin a hêz ên asayîşî yên Îraqê bo nav Felûce , piştî ewê yekê dihê ku Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê , duhî di kombûn a Civat a Nwêner ên Îraqê de , ragehand ku di dem a 48 demjimêr ên Dahatî de qonax a sêyê ji opirasyûn a kontirolkirin a Felûce dest pê dike.

Bajarok a Felûce li parêzgeh a Enbar li destpêk a sal a 2014 kevte jêr dest ê Daişê û çend caran hêz ên Îraqê hewl dan evê bajarokê  azad bikin, lê heya niha nekarîne evê bajarokê raizgar bikin.