Esîl Nûceyfî: Em nîgerînîn ji hebûn a Heşd a Şeibî û Qasim Sûleymanî li derdor ê Felûce
Parêzgar berê yê Mûsilê dibêje: Em nîgeranîn ji hebûn a Heşd a Şeibî û Qasim Sûleymanî li derdor ê Felûce, çunku evê yekê karîgerîyek a nerênî li ser hest ên xelk ê Sûnne rêçik dibe, lew pêdivîye tenê supa yê Îraqê, erk ê rizgarkirin a dever ên jêr desthilat a Daişê bixin stûyê xwe de û tekez jî kir ku wan divên Mûsil wek herêmek a ser bi xwe di çarçove ya Îraqê de bihê ragehandin.
K24- Hewlêr

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistanê24, Esîl Nûceyfî, parêzgar ê berê yê Mûsilê ragehand: Me pê başe hêz ên fermî yên Îraqê erk ê rizgarkirin a deveran bixin stûyê xwe, çunku ji alîyekê Heşûd a Şeibî bi taybetî hebûn a Qasim Suelymanî wek alîyek ê Îranê li dever a Felûce, karîgerî dê hebe li ser hest ê xelk ê Sûnne û ji alîyek a dî ve dibe peyamek ku ew arîşe ne tenê arîşe ya Îraqêye, belkû çespandin a nîyaz a Îranêye bo destwerdan û zêdekirin a desthilat a xwe li Îraqê. Evê yekê jî karvedan a nerênî jê çê dibe. Sera evê yekê jî hêvîdarîn serok ê wezîr ên Îraqê berpirsînî ya temam bixe stû yê xwe ji her destdirêjî û tawanekê li beranber hevwelatîyan bihê kirin.
Got jî: Me divê li Neynewa me herêmek hebe, lê ne herêmek a ser bixwe belku di çarçove ya Îraqê de. Lê ev biryar tenê bo min navegerre, belku biryar bi dest ê xelkê mûsilêye û em daxwazê ji wan dikîn harîkar ê me bin, çunku ez di wê bawerrîyê de me Bexda nekare çareserî ya hemû arîşeyan bike li seranser ê Îraqê, lew pêdivîye em bi xwe, bo xwe li dûv çareser a cihvegir begerrîn.