Şeşem firoke ji penaber ên Îraqî gehişt Bexdayê
Wezaret a koç û koçberan ragehand ku wan pêşwazîkirine ji şeşem firoke ya wan malbat ên ji Ewrûpayê ve divegerrin Îraqê.
K24- Hewlêr
Wezaret a koç û koçberan ragehand ku wan pêşwazîkirine ji şeşem firoke ya wan malbat ên ji Ewrûpayê ve divegerrin Îraqê.
Wezaret a koç û koçberan xuya jî kir ku hijmar a wan kes ên vegerryane bi wê firokeyê 190 kes bûne û piranî ya wan jin û zaro û kes ên pîrin.
Gotebêj ê wezaret ê got: Ew koçber ên Îraqî ku verî nih a ber Ewrşûpayê ve çûbûn, niha bi eger a dijawarî ya jîyanê yan newergirtin a maf ê penaberînîyê bi hevahengî li gel balyûzxane ya Îraqê ji Enqere ve divegerrin û paspoat a vegerîyanê ji wan re hatîye çêkirin ku tenê bo evê geştê û vegehiştn a Îraqê dihê bikarhînan.
Wezaret a koç û koçberan ji alî yê xwe ve amadeyî ya xwe derbirrîne bo hemû harîkarîyekê bo wan malbatan.