Li nîzîk Felûce, bi sedan term hatin vedîtin di gorrek a bi komel de.
Hêz ên Îraqê ragehandin, bi sedan term, di gorrek a bi komel de, li nahîye ya Seqlawîye, li bakûr a Felûce, hatine vedîtin, piştî dû rojan ji rizgarkirin a evî bajarî ji dest ên daişê.
K24- Hwelêr
Hêz ên Îraqê ragehandin, bi sedan term, di gorrek a bi komel de, li nahîye ya Seqlawîye, li bakûr a Felûce, hatine vedîtin, piştî dû rojan ji rizgarkirin a evî bajarî ji dest ên daişê.
Ajans a Firans Pirês, ji polîs ên Îraqê veguhaztîye ku hêz ên asayîşî gorrek a bi kom vedîtîne di dem a pakijkirin a deverê de ji bomb û mînan li tax a Şuheda.
Efserek ê Polçs got: Ev gorr a bi komel 400 term ên serbazan têdene û herweha term ên sivîlan jî têde hene û amaje kir ku pirranî ya wan qurbanîyan bi gulledan li ser, hatîne kuştin, û xuya jî kir ku hêz ên asayîşî ew gorr a bi komele vekirin û dest bi vekolînê kirin û term hatin veguhaztin daku venasîn a wan kesan.
Ew term bi awayek a serekî yên wan serbaz ên Îraqê ne, ku di dem a hêriş ên Daişê bo ser bingeh ên supayê Îraqê, gullebaran dikirin li wê deverê li dawî ya sal a 2014yê û destpêk a 2015yê.
Herweha Racih Berekat, endam ê Civat a Parêzgeh a Enbarê tekez li ser vedîtin a ewê gorr a bo komel kir û got: Herweha term kes sivîl jî têde hene ku hatîne ji navbirin û gullebarankirin bi tawan a deskîsîyê yan rîznegirtinê ji binema yên Daişê,