Berpirs ên serbazî yên Emerîka: Operasyûn a rizgakirin a Musilê dê gîro bibe
Berpirs ên serbazî yên Emerîkayê xuyakirin ku bi egera mandîbûn a serbaz ên sûpa yê Îraqê û nebûn a çek ên pêşkevtî yên baş, renge operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê li bakûr a Îraqê bo çend mehan bihê bidawîxistin.
K24- Hewlêr

Li gor raportek a rojnamevanî ya Nîyûyork Taymiz a Emerîkayî, hijmarek a berpirs ên serbazî yên Emerîkayê bi wê rojnameyê ragehandîne ku bê zêdekirin a harîkarî yên serbazî yên Emerîkayê bo supa yê Îraqê, operasyûn a rizgarkirin a bajar ê Mûsilê serkevtî nabe.
Fermande yên serbazî yên Emerîkayê xuya jî kirine ku hatin a meh a Remezanê û bi rojîbûn a hijmarek a mezin ji serbaz ên Îraqê, xalek a din bo berjengî ya bi dawîkevtin a ewê operasyûnê.
Li ser evê pirsê, Kirîstov Girayver, gotebêj ê hêz a Hevpeyman ên Hêvdewletî dijî Daişê, bi rojname ya Nîyûyork Taymiz ragehandîye ku niha arîşe ya locistî mezintirîn artîşeye li pêşî ya operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê û hemû hewl ên xwe bikar dihînin bo encamdan a ewê operasyûnê di dem a xwe de.
Bajar ê Mûsilê, navend a parêzgeh a Neynewa li naverast a sal a 2014 yê kevte di dest ên Daişê de.