Simînarek bo şermezarkirina girtina siyasetmedaran

li Hewlêrê Partiya Demikrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ji bo girtina siyasî yên aliyê Asayişa Rojava ve têne girtin, simînarek birêve bir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0e5e36bf-2c5f-4a3c-8d52-9a75af85b566/Girti%20ENKS%20PYD.ism/manifest

K24 – Hewlêr

li Hewlêrê Partiya Demikrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ji bo girtina siyasî yên aliyê Asayişa Rojava ve têne girtin, simînarek birêve bir.

Nûnerê el-Partî li Başûrê Kurdistanê Behcet Beşîr bo vê simînarê ji K24ê re axivî û got: “Simînar bo şermezarkirina kiryarê asayişê, ku çalakvanên siyasî digire, herwiha endam, kadir û serkirdeyên ENKSê ye.”

Di dema dawî de, hejmara girtina xortan ji bo erkê xweparastê li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye û tenê li bajarê Efrînê li gor hin çavdêran 400 xort hatine giritin, ji nava wan jî kurê serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehman Apo ye.

Li bermberî çalakiyên ENKSê, karvenanên cuda ji serkirdeyên PYD û TEV-DEMê derdikevin, her yek ji wan bi rengekî dibêje,

Serkird di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehmed ji K24ê re gotibû, ku ti girtiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê tune ne. ti kes ji ber nêrînên xwe yên siyasî nehatiye girtin. Kesên ku têne girtin, pêwendiya wan şanin veşartî ne.

Herwiha Nûnerê PYDê li Ewropayê Zuhad Kobanê di hevdîtinekê bi K24ê re jî gotibû: “Ev kesên ku hatine girtin, bi pirsên qanûnî hatine girtin, ji ber ku bê ev kes ne ligor qanûnê kar dikin.”

Ji destpêka binpêkirina rêkeftinên di navbera ENKS û TEV-DEMê de, girtian siyasiyan ji aliya asayişa Rojava ve dest pê kiriye, li gor hin şîrovekaran jî eger rewş wiha her dê her xerabtir bibe.