Îraq firoke yên F16 û çekan bi qer dikirre
Biryare Emerîka qereek ê bi behayê 2.7 milyar Dolaran bide Îraqê bo Kirrîn a çekan.
K24- Hewlêr
Biryare Emerîka qereek ê bi behayê 2.7 milyar Dolaran bide Îraqê bo Kirrîn a çekan.
Stiwart Conz, balyûz ê Emerîkayê li Îraqê xuya kir ku welat ê wî li benda biryar a hikumet a Îraqê ye daku 2.7milyar Dolaran wek qer ji Emerîkayê wergire bo kirrîn a firoke yên F16 û tank ên ji cor a Abramz. Hevdem red kir ku Emerîkayê hîç hevkarîyek a rasterast, bê rezamendî ya hikumet a Îraqê radest ê hêz a Pêşmerge bike.
Ev di demekê de ye, çaverrê dihê kirin Emerîka di meh a dahatî de 4 firoke yên ji cor ê F16 radest ê hêz a asmanî ya Îraqê bike.