Li Kobanê Cenazeya Ebo Leyla bi merasîmekê binaxbû

Di 3ê vê mehê de Ebo Leyla di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê de birîndar bûbû, ji ber birîna xwe ya giran di 5ê vê mehê de canê xwe ji dest da, Ebo Leyla bi temenê 32 salî şehîd bû û bavê çar keçan bû.

K24-Kobanê

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û bi beşdarbûna fermadeyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD), Ketîbeya Şemis El-Şemal û hezaran welatiyên wî bajarî cenazeya Fêsel Ebo Leyla bi rêve çû.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragehand ku, duh, li bajarê Kobanê bi merasîmekê cenazeya serkirdeyê Şemis El-Şemal Fêsel Ebo Leyla bi rêve çû, di merasîma binaxkirina termê wî de, endamên ketîbeya wî, fermandeyê HSD û welatiyên wî bajarî beşdar bûn.

Di 3ê vê mehê de Ebo Leyla di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê de birîndar bûbû, ji ber birîna xwe ya giran di 5ê vê mehê de canê xwe ji dest da, Ebo Leyla bi temenê 32 salî şehîd bû û bavê çar keçan bû.

 Fêsel Ebdê Bilal Sadon ku, bi navê Ebû Leyla tê naskirin, damezrênerê ketîbeya Şemis El-Şemale.