Li Şirnexê piştî rakirina qedexeyê 10 terim hatin dîtin
Tê pêşbînî kirin ku, gelek terimên din jî, di bin avahiyên wêrankirî de mabin, lê heta niha baqijkirina bajêr dest pê nekirye.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî ku, Tirkiyê qedexeya hatinûçûnê li Şirnax piştî 87 rojbûn rakir, termê çendîn welatî di bin xaniyên rûxandî hatin dîtin.
Derbarê vê babetê ajansa Dicla nûçeyeke belav kiriye tê de wiha hatiye got:Piştî ku, Tirkiyê bidawî kirina operasyonên leşkerî li Şirnax ragehand û xelik agahdar kirin ku, ew êdî dikarin vegerin ser milk û malên xwe, lê belê bajarê Şirnax bi temamî bûye kavile û wêran bûye.
Li gor ajansa Dicla yê di bin xaniyên rûxandî de termê 10 kesan hatiye dîtin, ew terim bo pizêşka dadgehê hatine veguheztin.
Tê pêşbînî kirin ku, gelek terimên din jî, di bin avahiyên wêrankirî de mabin, lê heta niha baqijkirina bajêr dest pê nekirye.