Operasyona rizgarkirina Minbicê berdewam e

Di 1ê vê mehê de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya operasyona rizgarkirina wî bajarokî ku, navê wê hate guhertin bi operasyona Ebo Leyla her du gundên Xirbit Eyoş û gundeka biya çemê Feratê ji çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

Derbarê kontirolkirina wan her du gundan berpirsekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê bo peyamnêrê K24ê re ragehandibû ku, şeva borî wan gundê Xirbit Eyoş ku, bi 7 K.m dûrî bajarokê Minbicê ye kontirolkirin.

Herwiha li gor heman çavkaniyê gundekî din jî ku, dikeve binya çemê Feratê û bi 6 K.m ji Minbicê dûre hat rizgarkirin.

Ji aliyeke din ve, Encûmena Leşkerî ya Minbicê aşkere kir ku, 4 çekdarên DAIŞê piştî ku, li gundê Qîrata Mezin hatibûne dorpêçkirin xwe teqandin.

Di 1ê vê mehê de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir.