Ceferî bervanîyê ji Qasim Suleymanî dike

Wezîr ê derve yê Îraqê, berevanî ji Qasim Suleymanî dike û dibêje: Ew tenê wek rawêjkar li gel hêz ên Îraqî ye li şerr ê dijî Daişê.

K24- Hewlêr

Wezîr ê derve yê Îraqê, berevanî ji Qasim Suleymanî dike û dibêje: Ew tenê wek rawêjkar li gel hêz ên Îraqî ye li şerr ê dijî Daişê.

Îbrahîm Ceiferî wezîr ê derve yê Îraqê, li ser rol a Qasim Suleymanî, fermandar ê sûpa yê Qudis a Îranî li şerr ê Felûce, ragehand: Wek rawêjkar li gel hêz ên Îraqî pişkdare li ceng ê Daişê, wek çawa serbaz ên Emerîkayî li Îraqê rawêjkarin.

Wezîr ê derve yê Îraqê red kir ku hevwelatî li Felûce hatibin azar û eşkencedan û tekez kir ku hêz ên Îraqê selametî ya hevwelatî yên deverê li ba wan giringe.

Ev di demekê deye ku Heyder Ebadî bi xwe Îtîraf bi pêşêlkarî yên Heşd a Şeibî kir dij bi xelk ê Felûce.