Çawûşoglu:Em ti endamên YPGê li rojavayê çemê Feratê qebûl nakin

Amerîka jî ev garantî daye wan.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu ragehand ku, eger YPG dixwaze piştevaniya lojîstikî bike bila bike, lê piştî operasyonê, ew li rojavayê çemê Feratê ti endamekî YPGê qebûl nakin û Amerîka jî ev garantî daye wan.

Derbarê vê babetê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu, beşdarî bernameya TRT Haber ya Tirkiyê bû û got: "Operasyonên mezin tên kirin lê hê jî DAIŞ, li Iraq û Sûriyê hebûna xwe berdewam dike, bo vê pêwîstiya stratejiyek ya hevpar û bihêz heye."

Çawûşoglu diyarkir ku, wan derbarê YPGê de nêrînên xwe ji rêveberiya Obama re parve kirine, lê ji ber ku, Amerîka li erdê hêz û hevalbendan digere, xwe nêzîkî YPG kiriye. 

Çawûşoglu got, girtina Minbicê ew jî dixwazin û nerazîbûna wan hemberê Hêzên Sûriya Demokrat nîne, lê eger di nav wan de PYDeyî hene divê piştî operasyonê ji wê derê dûrkevin, Herwiha Amerîkayê jî di vê warê de garantî daye. Çawûşoglu îdîa kir ku, PYD, ku derê bidest dixe, li wê derê paqijiya etnîkî dike.

Fly Erbil Advertisment