Nûçe ya şewitandin a 19 kiç û jin ên Êzdî belav dibe

Piûtî ku çend malperr û rojname yên hindûrî yê Îraqî û derve, nûçe ya şewitandin a 19 kiç û jin ên Êzdî ji alîyê Daişê ve belavkirin, li ser evê mijar ê Xeyrî Bozanî, rêvebr ê karûbar ên Êzdîyan di hikumet a Herêm a Kurdistanê de, bi malperr a Kurdistan 24 ragehand: Heya niha çi zanîyarî bi me negehiştîne ku şewitandin a wan 19 kiç û jinan pişt rast bike û wan jî tenê bi rê ya ewan dezgeh ên ragehandinê ev nûçe bihistîne.

K24- Hewlêr

Herweha Xeyrî Bozanî got: Me dûvçûn bo rastî û duristî ya bûyerê kirîye lê heya niha em negehiştîne çi encaman.

Hijmarek a mêdya yên hindûrî û bîyanî ji çavkekê ev nûçe ya şewitandin a wan 19 kiç û jin ê Êzdî li Mûsilê belavkiribûn û li gor çavk ê evan ragehandinan b, çekdar ên Daişê 19 ew 19 kes şewitandine piştî ku qibûl nekirine wek kenîze reftar li gel wan bihê kirin.

Li ser şêwaz şewitandin a wan jî behs a wê yekê dikin ku her bi şêwaz a şewitandin a Kesasibe, firokevan ê Ûrdinî hatîne şewitandin û di nav bermîl û qefes ên hesin danane û ji alî yên 6 çekdar ên Daişê ve Panzîn pêdakirine û hatîne şewitandin.

Lê heya niha ew nûçe yên li ser evê mijar ê hatîne belavkirin, nehatîne piştrastkirin.