Barzan: Gef a terorê li ser asayîş a deverê û hemû mirovayetiyê heye

Serok Barzanî got: Gef a terorê li ser asayîş a deverê û hemû mirovayetiyê heye û terorîst ne tenê dijî yek pêkhatene belku dijî hemû ol û bihayek a mirovanîne.

K24- Hewlêr

Serok Barzanî got: Gef a terorê li ser asayîş a deverê û hemû mirovayetiyê heye û terorîst ne tenê dijî yek pêkhatene belku dijî hemû ol û bihayek a mirovanîne.

Herweh di dem a dîdar a wî li gel  Patriyak ê Pîroz Mar Agnatîyos Eframî Duyem Kerîm Patriyak ê Antakya û Suryanî yên Rojhilat a Navîn û hemû cîhanê û şande ê pêre Mesûd Brazanî, serok ê Herêm a Kurdistanê got: Hemû pêkhat ên Kurdistanê çarenivîsek a hevpişk hene û divê bi hev re bimînin û kes hizr a hêlan a warê bab û bapîrên xwe neke.

Di hevdîtinê de Patriyakê Antakya û Suryanê yên Rojhilat a Navîn û hemû cîhanê supasî hewl ên Serok Barzanî kir ji bo paraztina Mesîhiyan û pêzanîn ên xwe ji bo daxuyaniya Serok Barzanî ku nabê Mesîhî welatê xwe bi cîh bihêlin. Daxwaz ji Serok Barzanî jî kir dever ên Mesîhiyan ji bin dest ên terorîstan bihên azadkirin

Barzanî tekez kir li ser azadkirina hemû deveran û ji navbirina terorîstan û azadkirin a Musilê û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste berî azadkirin a Musilê maf û erk ên hemû aliyekê bihê diyar kirin û daku qonax a piştî Da'îş rêkkeftin li ser rênimayiyek a wiha bê kirin ku jiyan û ol a hemû pêkhat ên parêzgeh a Nînewa bihê mîsoger kirin.