Li bajarê Gîresûnê endamekî PKKê hat kuştin
Li Tirkiyê bajarê Gîresûnê endamekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Gîresûnê endamekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest da.
Li bajarê Gîresûnê navçeya Şebînkarahîsarê navbera gerîlayên PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de pevçûn derket. Di encamê de endamekî PKKyê canê xwe ji dest da. Piştî bûyerê hêzên leşkerî dest bi operasyoneka berfireh kirin.
2 roj berê jî endamên PKKyê li bajarê Gûmûşxaneyê navçeya Torulê, ku hevsînorê Gîresûnê ye, bi çekan êrîşê wesaîteka leşkerî kiribûn û 2 leşkeran kuştibûn.