" Dema min serdana Qendîlê kir Tirkiyê hawila kuştina min kirin"

Ji bo hevdîtin pêk neyê balafirên şerî yên Tirkiyê avahiya ku, dê civîn bihata kirin dan ber bombeyan.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş dibêje dema wî serdana Qendîlê kiribû balafirên şerî yên Tirkiyeyê hewl dane ew bombebaran bikin.

Demîrtaş di televîzyoneka taybet de ragihand ku, wî di dawiya sala 2015an de bin pêzanîna dewletê de bi armanca rêveberên PKKyê re bicive serdana qendîlê kiribû. Ji bo hevdîtin pêk neyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê avahiya ku, dê civîn bihata kirin dan ber bombeyan. Lê belê wî dîsa jî hevdîtinên xwe pêk aniye.

Demîrtaş got wî piştî vegera xwe ya Qendîlê her çiqas hewl dabe şer bidawî were jî dewlet bi tûndî ser HDPyê de çûye û doz li ser wan vekiriye.