Hêz ên asayîşî ji başûr ve diçin di nav Felûce de

Hêz ên dezgeh a dijertîrorê, ji başûr ve diçin di nav Felûceyê de û tax a Şehîdan bi temamî kontirolkirine.

K24- Hewlêr

Hêz ên dezgeh a dijertîrorê, ji başûr ve diçin di nav Felûceyê de û tax a Şehîdan bi temamî kontirolkirine.

Li gor beyannameyek a serbazî, hêz ên Îraqî ji başûr a bajarî ber bi cih ên din pêşve diçin û ala ya Îraqê li ser avahî yên tax a şehîdan bilind kirine.

Ciêgir ê berpirs ê operasyûn a Felûce ragehand: Hêz ên taybet çûne di nav tax a Şehîdan. Hadî Zayîd, bi ajans a Esoşeytîd Pirês ragehand ku pêşveçûn ên evero piştî wê yekê dihên ku hêz ên wan li li roj a Yekeşmbî ya bûrî asayîş a derdor ê Felûce dabîn kiribûn.

Ji alîyek a din ve, rêvebr ê polîs ên fîdaral a Îraql ragehand: wan hêrişek a çekdar ên Daişê li dever a Fethe li Bakûr ê Bêcî li parêzgeh a Selahedînê têkşikandine.