Esîl Nûjeyfî: Ne dûre rêkxistî yên tûndrewtir ji Daişê li Îraqê serhildin

Esîl Nûceyfî, fermande yê Heşd a Nîştîmanî ya Sûnne, hoşdarî da ji serhildan a rêkxistîyek a tundrewtir ji Daişê li Îraqê wek karvedan a pêşêlkarî yên çekdar ên Heşd a Şeibî encam didin li beranber hevwelatî yên sivîl ên Sûnne li derdor ê bajar ê Felûce.

K24- Hewlêr

Di dirêjî ya axivtin ên  xwe de Nûceyfî, berpirsînî ya selametî û rizgarkirin a hevwelatî yên sivîl li operasyûn a kontirolkirin a bajar ê Felûce, xiste di stûyê serok wezîr ê Îraqê, Heyder Ebdî de.

Esîl Nûceyfî got jî: Demek dirêje Sûnne li Îraqê hatîne perwêz kirin,  Daişê jî mifa ji evê yekê wergirt, lew eger bi vî awayî ya ku niha reftarê li gel Sûnneyan dikin, Îraq berdewam be dê hevrûşî rêkxistîyek a tundrewtir ji Daişê bibe.