Li Mêrdînê teqîn: 3 kes kuştî û 30 birîndar
Li Mîdyata Mêrdînê bi otombêleke bombebarkirî êrîşek pêk hat, di encamê de 2 welatî û polîsekî canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Mîdyata Mêrdînê bi otombêleke bombebarkirî êrîşek pêk hat, di encamê de 2 welatiyên sivîl û polîsekî canê xwe ji dest dan.
peyamnêrê K24ê ragihand, Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê li dijî Midûriyeta Ewlekariyê ya Mîdyatê bi otombîleke bombebarkirî êrîş hate kirin. 2 Welatî û polîsek canê xwe ji dest dan. 30 kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê navbera hêzên ewlekariyê û êrîşkaran de pevçûn derketiye û ji ber bandora teqînê avahiya Midûriyeta Ewlekariyê û mal û dikanên li derûdorê ziyaneke mezin dîtin. Herwiha hejmarek zêde hêzên ewlekariyê û ambûlans li cihê bûyerê hatin vegûhestin.
Duh jî li bajarê Stenbolê teqînek rûdabû 7ê wan polîs 12 kes canê xwe ji dest dabûn.