Kobanê: Erkê xweparastinê dibe sedema koçberiya ciwanan

Pejrandina zagona erkê xweparastinê li Kobanê ji aliyê Encûmena Zagonsaz ve, dibe sedema koçberkirina piraniya xort û ciwanên Kobanê. Encûmena Zagonsaz têkez dike, ku ev biryar erkekî niştmanî ye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c48a1a9a-72ed-41c9-87fd-5651a538389d/Leshkerita%20Necar.ism/manifest

K24 – Kobanê

Pejrandina zagona erkê xweparastinê li Kobanê ji aliyê Encûmena Zagonsaz ve, dibe sedema koçberkirina piraniya xort û ciwanên Kobanê. Encûmena Zagonsaz têkez dike, ku ev biryar erkekî niştmanî ye.

Pesendkirina yasaya erkê xweparastinê ji aliyê Encûmena Zagonsaz ya Kantona Kobanê dibe cihê nerazîbûna malbatên kesên xwestiyê leskeriyê ,herwiha dibe sedema koçberiya ciwanên deverê ber bi Bakurê Kurdistanê ve. Welatî didin zanîn ku ew di rewseke dijwar re derbas dibin, loma biryar û zagonên bi vî rengî di vê demê de neguncav in.

Endamên Encûmena Zagonsaz ya Kantona Kobanê tekez dikin, ku piryara pesendkirina erkê xweparastinê di vê demê de pêwist e, ji ber şer û gefên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha Hevseroka Encûmena navbûrî da zanîn, ku xweparastin erkekî niştimanî ye û li hemû welatên cîhanê ev leşkerî heye.

Yasaya erkê xweparastinê ji 13 bendan pêk tê û ji 5ê vê mehê de ketiye warê cîbicîkirinê, di encamê de xortên temen 18 ta 30 salî ber bi leşkeriyê ve têne kişandin, lê ev biryar birayên şehîdan li xwe nagire, herwiha xwendekar û birayên şervavên YPGê jî têne paşxistin.