Dû teqînan rojhilat û bakûr a Bexdayê hijandin û kûştî jî hene
Teqînek a xwekujî li bakûr a Bexdayê rûda û hevdem otombîlek a bombkirî li wî bajrî teqî.
K24- Hewlêr
Teqînek a xwekujî li bakûr a Bexdayê rûda û hevdem otombîlek a bombkirî li wî bajrî teqî.
Nûçegihanê Kurdistan 24 li Bexdayê ragehand: Evro sipêdeyê xwekujekî xwe bi komek a serbaz ên Îraqê re teqand li nêzîk serbazgeh a Tacî li bakûr a Bexdayê. Ju hijmarek a qurbanîyan jê çê bûye.
Ji alîyekê dî ve, otombîlek a bombkirî li tax a Bexdad Cedîde, li rojhilat a Bexdayê teqî û di encam de sê kes hatin kuştin û 10 kes ên din jî birîndar bûne.