HDP: Erdogan bi zanebûn yasaya parêzbendiyan 7ê

Di komcivîna partiyên opozisyon de jî mijara rakirina parêzbendiyan hate rojevê. Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag îdea kir ku, Erdogan bi zanebûn pesendkirina rakirina parêzbendiyan, li rastî 7ê Hezîranê aniye.

K24-Navenda Enqerê

Guhertina Yaseyê ya ku  derbarê rakirina parêzbendiyan de  hatiye  kirin, Serokkomar Recep Tayîp Erdogan pesend kir. Piştî pesendkirinê li parlementoyê berteka herî tund ji aliyê HDPê ve hate nîşandan. HDPyî yan ragihand ku ji bo guhertina Yaseya Bingehîn wan têkoşîna xwe ya hiqûqî hîn nû daye destpêkirin.

Serokkamarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ew yaseya ku  li parlamentoyê hate pejirandin û rê li ber rakirina parêzbendiya 152 parlementeran vedike pesend kir. HDPê reaksîyoana xwe careke din nîşan da û diyar kir ku rakirina parêzbendiyan li dijî Yaseya Bingehîn e. Parlementerên HDPê jî li ser vê mijarê bî û boçûnên xwe ji Kurdistan24ê re ragihandin.

Parlementerê HDPê Ahmet Yildirim wiha ji K24ê re got:

 "Serlêdana me ya ji bo Dadgeha Bingehîn ew e ku pêşî li rewşa xirap ya ku li nava welêt berdewam dike rawest e. Ez hêvî dikim ku ji îro bi şûn de rewşek xiraptir nayê jiyîn."

Parlementerên HDPê dibijên ku, di Destûra Bingehîn de ji bo rakirina parêzbendiyan xaleke tenê heye û bi vê xala demkî jî ev yaseya di nava Destûra Bîngehîn de hatiye binpêkirin. Parlementerê HDPê Erol Dora diyar kir ku, ew dê pirosesa hiquqî esil niha bidin destpêkirin. Herwiha Dora îdea kir ku, ev guhertina xala di Destûra Bingehîn de yan wê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê betalkirin yan jî ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ve.

Derbarê vê mijarê Parlementerê HDPê yê Mêrdînê Erol Dora wiha axifî:"Pêkhatinek bi vî rengî ya ku parêznediya parlementeran bi temamî ji holê radike ne li gorî demokrasiyê ye, ne jî li gorî Destûra Bingehîn e."

Parlementerên HDPê dan zanîn ku ew ê wek ferdî serlêdanên xwe bikin û ji bo berhevkirina 110 parlamenteran jî ew di nava wê hêviyê de ne ku parlamenterên CHPê jî piştevaniya wan bikin. Parlementerê HDP yê Semsûrê Behçet Yildirim bal kişande ser pêşnûmeya yaseya ku erkên zêde dide leşkeran ku di heman rojê rakirina parêzbendiya wan hartiye pesendkirin.

Herwiha Parlementerê HDPê Behçet Yildirim wiha got:"Gelekî watedar e ku roja parêzbendiya me tê rakirin ew reşnivîsa ku erkên berfireh dide leşkeran li parlamentoyê tê pejirandin. Roja ku parêzbendiyên me têne rakirin ji bo leşkeran parêzbendî tê dayîn. Ev nakokiyeke mezin e."

Di komcivîna partiyên opozisyon de jî mijara rakirina parêzbendiyan hate rojevê. Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag îdea kir ku, Erdogan bi zanebûn pesendkirina rakirina parêzbendiyan, li rastî 7ê Hezîranê aniye.