Demîrtaş: Tirkiyê ber bi şerekî navxweyî ve diçe
"Astengiya herî mezin a li pêşiya aşitiyê, Serokomar Erdogan e."
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş ragehand ku, Tirkiye ber bi şerekî navxweyî ve diçe.
Derbarê vê mijarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş ji rojnameyeka Îtalî ya bi navê Le Repubblicayê re axifî û diyar kir ku, li bajarên kurdan komkujî pêk tên û rewş roj bi roj xirabtir dibe.
Demîrtaş aşkere kir ku, bi wê awayî Tirkiye ber bi şerek navxweyî ve diçe.
Herwiha Hevserokê HDPyê rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan kir û got ku, astengiya herî mezin a li pêşiya aşitiyê, Serokomar Erdogan e. Ew dixwaze derbê li hişê kurdan bide.
Demîrtaş da zanîn ku, Pêwîst e Yekitiya Ewropayê rê nede vê yekê. Lêbelê wisa xuya dike ku, Hikûmetên Yekitiya Ewropayê ji Erdogan kêfxweş in.