ENKS şewitandina 19 jinên Kurd ên Êzdî şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tawana DAIŞê ya şewitandina 19 keç û jinên Kurd ên Êzdî li Mûsilê bi daxuyaniyekê şermezar kir û bi “Lekeyeke reş li eniya mirovahiyê ye” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tawana DAIŞê ya şewitandina 19 keç û jinên Kurd ên Êzdî li Mûsilê bi daxuyaniyekê şermezar kir û bi “Lekeyeke reş li eniya mirovahiyê ye” binav kir.

Roja yekem ya Remazanê, li Mûsilê bi awayekî hovane 19 keç û jinên Kurd ên Êzdî şewitandibûn, ji ber ku wan keç û jinan red kiribûn, ku ji aliyê DAIŞê ve “Sebî” bibin. Sekretariya Giştî ya ENKSê jî ev tawana dûrî mirovahiyê şermezar kir û ragihand, ku ev tawan dûrê binpêkirina hemû perensîpên olî û mirovahiyê ye.

Herwiha ENKSê di daxuyaniya de, daxwaz ji civaka navdewletî, rêxistinên NY û Rêxistinên jinan li cihanê kir, ku bi erkên xwe derbarê rizgarkirina mêr, zarok û jinên Kurd ên Êzdî ji destê tawanbarên DAIŞê kir. ENKSê ev tawan wek “Lekeyeke reş li eniya mirovahiyê ye” binav kir.

 

Fly Erbil Advertisment