Guhertin ên nû yên Ebadî, karvedan jê çê dibin.

Ladan û labirin a hijmarek a berpirs ên dezgeh û bankan, ji alî yê serok wezîr ê Îraqê , Heyder Ebadî ve, bê ku rawêjê bike li gel wezaret a darayê û destnîşan nekirin a eger ên wê yekê, têbînî û raman li ba çavdêr ên sîyasî durist kirîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4e52befd-38db-4bfb-99f9-6dd75f471701/Ebady%20Chaksazy.ism/manifest

K24- Hewlêr

Ladan û  labirin a hijmarek a berpirs ên dezgeh û bankan, ji alî yê serok wezîr ê Îraqê , Heyder Ebadî ve, bê ku rawêjê bike li gel wezaret a darayê û destnîşan  nekirin a eger ên wê yekê, têbînî û raman li ba çavdêr ên sîyasî durist kirîne.

Li ser evê mijarê Wayîl Rikabî, vekoler ê sîyasî ragehand: Ew xal ên wezîr ê darayîyê pêşkşkirin, alî ya yasayî nîşan dide, herçende ew biryar ên sîyasî yên sal a 1980ye, lê heya niha kar pê re dihê kirin. Cihê daxê ye, ev welatê me wek bêjî bê destûr û yasa ye çunku kar bi wan nahê kirin.

Eger ên kêmasîyan bo destûr divegerre, çunku bend ên destûrê li gel yasa yên hindûrî yên civat a wezîran hev nagire û dest ên Ebdaî vekirî dike di van cor ên mijaran de.